Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Gefên dewleta Tirk û êriş tu carî ranewestiya ne

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, derbarê gefên dewleta Tirk yên êrişeke nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.
Mehmûd, diyar kir gefên Tirkiyê tu carî ne rawestiyane û her tim di nava amadekariyên êrişan de ne.

Nûrî Mehmûd got, “Dewleta Tirk a ku di hundir de bi aloziyên mezin re rû bi rû ye, bi çeteyên mîna DAIŞ’ê ku li dora xwe komkiriye dixwaze rewşeke mîna Serêkaniyê û Efrînê dubare bike.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd, derbarê êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker li hember Rojavayê Kurdistanê, ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.

Nûrî Mehmûd, balkişand ser gefên Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan yên li ser bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:

“Lazime NATO û Koalîsyona Navneteweyî vê rastiya dewleta Tirk bibînin, hişyar bikin û desteka xwe ya çekan li ser qut bikin. Erdogan ji bo Rojhilata Navîn û herêmê xeteriye. Dewleta Tirk hewl dide cihên stratejîk ên Rojava dagir bike û statûya wê ji holê rake. Bi bermahiyên DAIŞ û çeteyên din ên li dora xwe kom kirine, dixwaze weke Efrîn û Serêkaniyê, êrişî bajarên din jî bike.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Erdogan tengav bûye lewma gefa êrişê dixwe

Nûrî Mehmûd qala rewşa Tirkiyê û Erdogan a hundir û derve jî kir:

Di hundir de tengav bûye û di nava krîza aborî de geviziye. Li derve bi tenê maye. Ji Biden û Putîn a dilê xwe nesitand, lewma hincetan li hev tîne, planan dike ku êrişî Rojava bike. Dixwaze rewşeke awarte biafirîne, pê re dengê xwe zêde bike û xwe rizgar bike.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Rûsya û DYA rola xwe ya garantoriyê bi cih naynin

Li ser garantoriya Rûsiya û DYA ku di cotmeha 2020’an bi dewleta Tirk re peyman îmze kirin jî ev nirxandin kir:

“Naxwazin bibînin ka dewleta Tirk li Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Helebê çi dike. Ew rola xwe ya garantoriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk bi cih naînin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Em ê dest ji armanca rizgarkirina herêmên dagirkirî bernedin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, di dawiyê de balkişand ser herêmên dagirkirî jî got:

“Em ê dev ji armanca xwe ya rizgarkirina herêmên dewleta Tirk dagirkirine, bernedin. Helbet dema wê were, em ê deverên dagirkirî rizgar bikin û xelkê xwe vegerînin cih û warê wan.

Back to top button