Nêzî 400 cotyarên Helebceyê bi berhemên xwe yên cûda tevlî festîvalê bûn

Heftemîn Festivala Hinaran a Helebceyê ku armanca wê nîşandana berhemên xwemalîye, îro destpêkir.Di Festivala Hinaran a Helebceyê de ji bilî nîşandana berhemên çandiniyê, berhemên çandî, hunerî û wêjeyî jî tên nîşandan.
Di Festivalê de standek ji bo pirtûkên Rêber Apo û yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz hat danîn.

Heftemîn Festivala Peyîzê ya Hinarên Helebceyê li saha futbolê ya bajêr îro destpêkir.

Festivala Peyîzê ya Hinarên Helebce ev heft salin ji aliyê Rêxistinên Helebce bi hevkariya Rêveberiya Çandiniya Helebceyê tê lidarxistin.

Nêzî 400 cotyarên bajêr bi berhemên xwe yên cihêreng tevli festivalê bûn.

Di festîvalê de standek ji bo pirtûkên Rêber Apo û sakîne cansiz hat danîn

Her wiha Di Heftemîn Festivala Hinaran a Helebceyê de ji bilî nîşandana berhemên çandiniyê, berhemên çandî, hunerî û wêjeyî jî tên nîşandan.

Di festivalê de standek ji bo nîşandana pirtûkên Rêber Apo û yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê a Kurdistanê Sakine Cansiz hat danîn.

Festivala ku îro destpêkir wê sê rojan dewam bike.

Back to top button