Mamostayên li Başûrê Kuristanê îro jî li qadan daxwaza mafên xwe kirin

Ev bêtirî 4 mehin mamosteyên li başûrê Kurdistanê li dijî negirtina mûçeyên xwe dinava boykot û çalakiyan de ne.
Mamostayên di nava çalakiyê de gotin: “Zextên siyasî û rêveberî li me tê kirin ku em boykotê bi dawîbikin.”

Li Raperîn, Germiyan, Silêmanî, Koye, Kelar, Helebceyê 4 mehin mamosta û karmendên nerazî li dijî nedana muçe û tayînekirinê di nava boykotê de ne.

Mamoste ji bo dengê xwe bighînin hikumetê rojane çalakiyan û xwepêşandanan li dar dixin.

Lewma îro carek din li bajarokê Şarezûr yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve xwepêşandan hebû.

Mamostayan careke din payama domandina çalakiyan dan.

Mamosta Herêm Berzencî ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Zextên siyasî û îdarî li mamostayan tê kirin ku boykotê bi dawîbikin.

Ji ber van zextan hin mamoste bi neçarî dev jî boykotê berdane.

Em bang li wan mamostayan dikin, vegerin nava qada boykot.”

Mamosta Simko Mihemed jî diyar kir ku hikumet gelekî xemsar nêzî mijarê dibe û got:

“Desthilat bi ti awayî pêşeroja Kurdistanê ji xwe re nake xem.

Lê nehatina wan ya li ber daxwazên me, ne ji ber lewaziya mamostayane, ji ber ku ew dixwazin welat wêran bibe û kerta perwerdeyê têk biçe.”

Mamosteyên di nava çalakiyê de jî diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û mafê xwe bistînin.

Boykot û çalakiyên mamostayên Başûrê Kurdistanê dewam dikin

Back to top button