Humis..Di êrişa Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî parêzgeha Humsê kirin.
Di encamê de, 10 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.
Li Derayê jî di êrişek çekdarî de, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Şevê din artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî parêzgeha Humsê yê Sûriyê kir.

Herêma El-Qeyser El-Hemra û mezreyên El-Ewras yên li Humsê hatin bombebaran kirin.

Herêmên navborî navendên hizbullah û leşkerên hikumeta Şamê lê dimînin.

Cihên ku hatine armackirin bi temamî hatine rûxandin.

Di encamê de sivîl jî di nav de, 10 kes hatin kuştin.

Ji ber jimara zêde ya birîndaran dibe bîlançoya miriyan girantir bibe.

Tê gotin, kesekî payebilind ji çekdarên Îranê hatiye kuştin.

4 leşkerên hikumeta Şamê li Derayê hatin kuştin

Li parêzgeha Derayê jî rewşa tevilhev zêdetir dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çekdarên nenas li ser rêya Dera-Şam bendek kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê gulebaran kirin.

Di encamê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Leşkerên Şamê piştî êrişê ketin seferberiyê.

Artêşa Urdunê li qaçaxçiyên narkotîkê xist: 3 kes mirin

Li rex van êrişan, li ser sînorê Sûrî-Urdunê hewldanên derbaskirina madeyên narkotîk pêk tê.

Ajansa nûçeyan a Urdinê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî yên welat dibêje:

“Hêzên leşkerî yên herêma rojhilat, bi koordîneya saziyên ewlehiyê û leşkerî û rêveberiya têkoşîna li dijî narkotîkê, vê sibê hewldaneke qaçaxcîtiya narkotîkê ji Sûriyê têk birine.”

Di encamê de 3 qaçax hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Her wiha miqdareke zêde ya narkotîkê hatiye desteserkirin û sewqî aliyên têkildarî hatiye kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku leşkerekî hêzên pasdarên sînor birîndar bûye û rewşa wî kirîtîk e.

Îsraîl li Sûriyê herêma Himsê kir armanc

Back to top button