NY, Îran bi êrîşên li ser Aramco tawanbar kir

Derbarê êrîşên sala borî yên li ser avahîsaziyên kompaniya Aramco ya Erebistana Si’ûdiyê, NY rejîma Îranê tewanbar kir.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, raporek ji Konseya Ewlekariya Navdewletî re şand, tê de teqez kir ku mûşekên Krûz ên di van êrîşan de hatibûn bikaranîn, li Îranê hatine çêkirin.
Guterres eşkere jî kir ku hin çek û parçeyên wan ku di Mijdara 2019’an û Sibata 2020’an de ketibûn destê Amerîkayê de, Îranî ne.
Sala borî, 2 kargehên Aramco li parêzgehên Beqîq û Hecret Xirês ên Erebistana Si’ûdî, bi mûşekên Krûz hatibûn armanckirin.
Êrîş ji aliyê civaka ereb û ya navdewletî ve hat şermezarkirin û Konseya Ewlekariyê ji bo wê civiya.
Her wiha, wê demê, Amerîka û NATO rejîma Îranê bi pêkanîna vê êrîşê tewanbar kir.
Back to top button