Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê, gundên hêrêma Şehba û Minbicê topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk, gundên Minixê, Bêlûniyê û navçeya Til Rifat yên herêma Şehbayê bi çêkên giran topbaran kirin.
Li aliyekî din jî, dagirkeriya Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Tûxaz ê bakur- rojhilatê bajêr topbaran kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî, bersiva êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê da.