ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 112’AN DE YE

Berxwedana li dijî tecrîdê ku bi pêşengiya Leyla Guven destpêkiriye, bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 112’mîn de ye.

Li aliyê din serdan û piştgiriya bi çalakgerên greva birçînûnê re roj ji rojê zêdetir dibe.

Berxwedana Hevseroka (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 112’mîn de ye.

Leyla Guven tevî hemû astengiyan jî di dewama çalakiya xwe de bi israr e .

Berxwedana girtiyan a greva birçîbûnê jî hîn li dar e.

LEYLA GUVEN: ÇALAKIYA MIN WÊ SERBIKEVE

Serdanên piştevanî û destek dayîna Guven dewam dike.

Jinên femînîstên Tirkiyeyî û Partiya Tevgera Kedê (EHP) di vê çarçoveyê de, Guven li mala wê ziyaret kirin.

Di dema serdanê de Leyla Guven axivî û got:

“Çalakiyên piştevanî û destek dayîna çalakiyên grev birçînê yên ku di raya giştî de pêk tên, hêzê didin min.

Li vî welatî heta ku pirsgirêka Kurd weke pirsgirekek bingehîn dewam bike, em ê nekarin li ser pirsgirêkên din biaxivîn.

Li Tirkiyê pirsgirêkên pir cîdî hene. Hemû jî bi hev ve girêdayî ne.

Ez di wê baweriyê deme ku çalakiya min wê bi ser bikeve. ”

SEZGÎN TANRIKÛLÛ YÊ CHP’Î LEYLA GUVEN ZIYARET KIR

Her wiha Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî serdana Guven kir.

Sezgîn di dema serdanê de ji Guven re ev tişt got:

Em ji bo we û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bi fikar in.

Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de, kesek zirarê nebîne.

Leyla Guven jî got;

Daxwazek min a qanûnî heye û heya ev daxwaza min neyê qebûl kirin, ez ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikim.

Berxwedana bi pêşnegtiya Leyla Guven 8 Mijadara 2018’an li girtîgehan despê kirî her ku diçe belav dibe.

Ta niha li 62 girtîgehan 328 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.

Her wiha girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê doh ragihandin ku ew ê 1’ê Adarê li tevahiya girtîgehan têkevin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger.

HDP’Ê LI BER GIRTÎGEHA E YA MÊRDÎNÊ BANG KIR

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyaniya çapemeniyê da.

Rêxistinê ji bo dawî-anîna tecrîdkirina Ocalan bang li Wezareta Dadê kir.

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî rêveberên HDP’ê ji girtiyên di greva birçîbûnê de re kartan şandin.

GIRTIYÊN TKP/ML WÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN

Girtiyên ji doza Partiya Komunîst a Tirkiyê/Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) grevên birçîbûnê silav kirin û diyar kirin ku wê ji bo 5 rojan bikevin greva birçîbûnê.

Bi navê girtiyan Îsmaîl Yilmaz daxuyaniyek da û diyar kir, wê di navbera 1-6’ê Adarê de bikevin greva birçîbûnê.

Leave a Reply

Back to top button