18 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi nexweşiya Coronayê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 18 rewşên nû yên Coronayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa da zanîn ku ji wan van her 18 rewşan, 9 jê li Qamişlo, 2 li Hesekê, yek li Rimêlan , 2 li Dêra Zorê, 3 li Kobanê û yek jî li Reqayê ne.

Dr. Ciwan her wiha eşkere kir jî ku 5 kesên din ji nexweşiya Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên nû, jimara pêketiyan bû 119 kes, 10 kes baş bûne û 5 jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button