Duh êvarî Asayîşa PDK’ê endamekî din yê Tevgera Azadî yê bi navê Dr. Nacî Hacî girt.
Asayîşa navçeya Herîr a bi ser parêzgeha Hewlêrê ve, duh di saetên şevê de Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Dr. Hacî binçav kir.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah binçavkirina endamê xwe piştrast kir û got:
“Ev binçavkirin di çarçoveya pêngava ku PDK’ê ji bo girtina endamên me daye destpêkirin de pêk hatiye.
Em ê li hember girtin û êrîşan bêdeng nemînin û dest bi çalakiyan bikin”
PDK’ê jineke çalakger li Hewlêrê binçav kir
Her wiha vê sibehê hate ragihandin ku Asayîşa PDK’ê jina ciwan a bi navê Bihar ku nîştecihê Hewlêrê ye jî binçav kir.
Bihar çalakvanek serbixwe ye û gelek caran tevlî çalakiyên netewî û yên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûye.
Asayîşa PDK’ê di rojên dawî de bêyî ti behane dest bi girtina endamên RJAK, Tevgera Azadî û çalakvanên din yê civaka sivîl kiriye.
RJAK’ê li dijî binçavkirinan banga tevlîbûna çalakiyên sibê kir
Piştî van binçav kirinan Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK’ê wê sibê li dijî binçavkirinan li Kerkûk, Ranye, Seyîdsadiq û Silêmaniyê çalakiyan lidarbixe.
Endama Meclîsa RJAK’ê Soma Ferhad derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi van binçavkirinan dixwazin dengê azad yê jinan qut bikin.
Soma Ferhad bang li hemû jinan kir ku xwedî çalakvanan derbikevin û dakevin qadan.
Asayîşa PDK’ê di rojên dawî de bêyî ti hincet nîşan bide, dest bi girtina endamên RJAK, Tevgera Azadî û çalakvanên din yê civaka sivîl kiriye.