2 şehîdên operasona “Xurtkirina Ewlehiyê’ hatin oxirkirin

Şêniyên Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî spartin axê ku di operasona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûne.

Di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de du şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah di 27′ê Tebaxê de û Elî El Ilêwî di 29′ê Tebaxêde de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxirkirin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Etiye şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:

“Her du şehîd Ehmed û Hesen bûn sembola şeref û rûmetê û ji nifşên bê re bûn ronahiya rêya heqîqet û azadiyê.′′

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî axivî û got:

“Bila serê malbatên her du şehîdan sax be ku di oxira parastina vê xaka pîroz de canê xwe dan.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Paşê cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button