”Agahiyên reva DAIŞ’ê derew in”

Çavkaniyên leşkerî eşkere kirin ku agahiyên li ser reva DAIŞ’ê ji girtîgehan derew in.

Çavkaniyên leşkerî yên QSD’ê derbarê şerê taybet ê ku aliyên dijî vê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dimeşînin hişyarî da û gotin:

”Di çarçoveya operasyonê de li gelek herêman tedbîrên ewlehiyê hatine girtin, li girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, ti tevgerên çeteyan tune.

Tiştên li ser malperên civakî tên parvekirin hemû jî di çarçoveya şerê taybet de tên meşandin û nerastin.”

Ferhad Şamî: Operasyon serkeftî didome

Ferhad Şamî jî têkildarî operasyonê ji televîzyona me re axivî û diyar kir ku operayon wekî ku hatiye plankirin serkeftî didome.

Ferhad Şamî teqez kir ku QSD dê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin.

Ji QSD’ê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’

Back to top button