Li dijî bermahî û şaneyên DAIŞ’ê, QSD’ê operasyonek nû a bi navê ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ragihand.
QSD’ê diyar kir ku ev operasyon heta bigihêje armancên xwe wê dewam bike.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyaniyek weşand.
QSD’ê got:
Ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.
Derbarê armanca ji operasyonê jî QSD’ê ev agahî parve kir:
Armanc berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê,
Têkbirina şaneyên DAIŞ`ê, pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine.
Her wiha ji bilî şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin.
QSD: Ev operasyon heta bigihêje armancên xwe wê dewam bike
QSD’ê diyar kir ev operasyon heta bigihêje armancên xwe wê dewam bike û ev peyam da;
Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin dê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin.