Qîrîna Elbîstanê: Bese, cenazeyên me ji bin kavilan derxînin

Li navçeya Elbîstanê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pir hêdî tên kirin.
Li navçeyê kesên sax mane û got:”Êdî bila cenazeyên me ji nav kavilan bên derxistin.
Em konan dixwazin, lê dewlet potikekî jî ji me re nayne.”

Li navçeya Elbîstan a Mereşê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî tên kirin.

Welatiyên ku li ber kavilan heta sibehê dimînin, li benda xebereke bi xêrê ne.

Ji ber ku xebat hêdî tên kirin welatiyan bertek nîşan da û gotin:

“Miriyên me bidin me.

Êdî miriyên me ji nav wê kavilê derxînin.”

“Dewlet potikekî jî nade me”

Meral Doner ku di erdhejê de xaniyê wê hilweşiyaye û tevî zarokên xwe ji bin kavilan derketiye got:

“Em tenê potikekî dixwazin, ma qey pir e?”

Donerê bilêv kir ku ji roja ku erdhej çêbûye heya nihe li derve ne û ev tişt anî ziman:

“Em rezîl bûne.

Ne AFAD hat, ne Kizilay. Ne kon, ne jî dermanên me hene.

Kêmek maye em biqerisin.

Dewlet ne li me dinere, ne jî tiştekî dibêje.

Jinên li vir perîşan bûne.

Laşê zarokê min sincirî ye, lê derman bi dest min nakeve.

Xaniyê min hilweşiya.

Konek, pitikek jî tune ye ku em di bin de razên.”

“Em miriyên xwe dixwazin”

Ji kesên ji bin kavilan derketine Nerîman Yuksekê jî got, “ew miriyên xwe dixwazin!” û wiha got:

“Em perîşan bûne. Em xwarinê dixwazin. Em dixwazin bi me re eleqedar bibin. Xizmên me hê jî di bin kavilan de ne. Di bin kavilan de mirov hene. Lê kes bi wan re eleqedar nabe. Ez ji vir dîqrim: Miriyên me ji wir derxin!”

Mehmet Şeker jî got: “Xaniyê min bi ser serê min de hilweşiya, lê kes guh li me nake. 24 saetan em li derve ne. Em xwe li ber agir germ dikin. Em ji bin kavilan derketin. Em nemirin, lê em ê li vir ji serma bimirin.” Şeker destnîşan kir ku li vir her kes perîşan bûye û wiha bang kir: “Dewlet êdî bila tiştekî bike. Hema carekê jî guh li me mexdûran bikin.”

“Ji bo em ji serma neqerisin em konan dixwazin”

Alî Yilmaz ku ji roja erdhej çêbûye heya niha li derve ye got:

“Her kes dibîne ku bê li Elbîstanê çi bûye.

Em malbateke 10 kesî ne û li derve ne.

Derfetên me tune ne ku em bi cihekî de biçin. Kes li halê me napirse.

Navçeya me serobino bû. Lê kes li halê me napirse.”

Boran Varlik ku bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin wiha bertek nîşan da:

“Kon tune ne, dewlet tune ye, daxuyanî tune ne!”

Back to top button