Amerîka ji ber erdhejê cezayên li ser Sûriyê bo 6 mehan sivik kir

Cîgirê Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Wally Adeyemo diyarkir ku wê ji ber erdhejê, 6 mehan cezayên li ser Sûriyê werin sivikirin.
Her wiha ew ê li ber şandina alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê jî nebin asteng.
Rêvebera Xaça Sor a Sûriye ya Navneteweyî bo Sûriyê banga Alîkariyê kir.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO wê serdana Sûriyê bike.

Li Sûriyê bi qasî bakurê Kurdistanê nebe jî wêraniyek zêde heye.

Erdheja 6’ê Sibatê ku li Mereş û Dîlok ya Bakurê Kurdistanê pêk hat, li bakurê-rojavayê Sûriyê jî wêraniyek zêde bi xwere anî.

Li Sûrî heta niha 3 hezar û 868 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Bêtirî 5 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.

Cezayên Amerîka li ser welat rewşa heyî girantir dike.

Li gorî cezayên Amerîkayê, şandina alîkariyê ji bo Sûriyê qedexe bû.

Amerîka ji ber vêyekê cezayên li ser Sûriyê sivik dike.

Cîgirê Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Wally Adeyemo bi daxuyaniyekê ragihand ku welatê wan wê heta 6 mehan rê bide alîkariyên mirovî bigihin Sûriyê.

Wally Adeyemo di dewamê de got;

“Biryara sivikirina cezayan ya ji bo Sûriyê, milkên Sûriye ku ji aliyê Amerîka ve hatine astengkirin nagre nava xwe.

Amerîka li ber alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê werin şandin, nabe asteng.”

Rêveberê WHO‘yê serdana Sûriyê dike

Rêxistin û rêveberên saziyan jî berê xwe didin Sûriyê.

Rêvebera Xaça Sor a Sûriye ya Navneteweyî Mirjana Spoljaric di rupela xwe ya twîtterê de nivîsek parve kir û wiha got:

“Ez niha gihiştim Heleba Sûriyê û bi vê karesetê gelek dilgiranim.

Li gel ewqas salên dirêj yên şerê dijwar ê navxweyî, niha ev welat ji ber kareseta erdhejê felcbûye.

Divê demildest ev rewşa xirab ya li ser welatiyan were rakirin.”

Her wiha Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di rupela xwe ya twîtterê de ragihand ku ber bi Sûriyê ve rê ketiye û got:

“Em ê alîkariyên sereke yên pêwîst ji bo hemû herêmên ji erdhejê bandor bûyîn re bişînin.”

Heman demê de Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yê NY, Berpirsyar û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martîn Grîffîths, wê di dawiya vê hefteyê de serdana Tirkiye û Sûriyê bike.

11’ê Sibatê serdana Dîlok û 12’ê Sibatê jî serdana Helebê bike.

Back to top button