Li ser pira Qereqozaqê otobusek û kamyoneke li hev qelibîn.
Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.
Li ser pira Qereqozaqê ya di navbera Minbic û Kobanê de qezayekî tirafîkê rû da.
Otobusek û kamyoneke mezin li hev qelibîn û otobus di çemê Firatê de werberû.
Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.
Kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn
Navê kesê ku jiyana xwe ji dest dayî Mehmûd Şêxo ye ku ajokarê Erebeyê bû.
Nûçegihanê me ragihand ku ji birîndaran jî Dêrsim Şêxo 50 salî û zaroka 3 salî Acîn Şêxo ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê.
Her weha rewşa birîndarên din yên bi navê Bozan Şêxo 45, Rîhab Şêxo 30 sal û Aşyan Şêxo 6 salî başe.