Joe Biden: Îsraîl piştgiriya cihanê di mijara Xezayê de winda dike

Şerê Îsraîl û Hemasê her ku diçe gûr dibe.
Yên di vê şerê de mexdûr dibin gelê Fîlîstîn û Îsraîlê ye.
Ji bo hejmara zêde yê kuştiyên sivîl bala cihanê dikişîne û ew yek karesatekî mirovî vedike.
Ji bo mijara sivîlan Serokê Amerîkayê Joe Biden anî ziman ku Îsraîl piştgiriya cîhanê winda dike.
Li aliyek din jî bi pêşkeşiya pêşnûmeya agirbestê Lijneya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî civiyan. Bi 153 dengan pêşnûmeya agirbestê hat qebulkirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku Îsraîl ji ber bomberdûmana bêserûber a li Xezeyê piştgiriya cîhanê winda dike.

Wekî din, Biden anî ziman divê Netanyahu ji bo çareseriyek demdirêj hukûmeta xwe biguherîne.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve heta niha kesên hatine kuştin ji 18 hezarî derbas kiriye, derdora 50 hezar Filistînî jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ku ji ber êrîşên hewayî û bejahî yên Îsraîlê û dorpêçkirinê Filistîniyan ji birçîbûnê dimirin.

Lijneya giştî ya NY ji bo pêşnûmeya agirbestê civiyan

Ji bo agirbesta li Xezayê Misiriê pêşnûmeyek pêşkeş kiribû.

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku 193 endaman pêk tê, deng hat dayîn.

Biryara pêşnûmeyê li hember 23 bê alî, 10 dengên na bi 153 dengan hat qebûlkirin.

Di biryarê de behsa Peymana Neteweyên Yekbûyî û hemû biryarên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya NY û Konseya Ewlekariyê ya derbarê Filistînê de hatine qebûlkirin hat kirin.

Pêşnûme bi 153 dengan hat qebulkirin

Di biryarê de ji hemû aliyan banga agirbesteke mirovî ya lezgîn hat kirin da ku erkên xwe yên li gorî yasayên navneteweyî bi cih bînin.

Di biryarê de daxwaza serbestberdana bilez û bê şert û merc hemû girtiyan û gihîştina alîkariyên mirovî kir

Daxwaza agirbesta însanî ya li Xezzeyê di 27ê cotmehê de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi 121 dengan hatibû qebûlkirin.

Di Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxwazên Amerîka û Awûstûryayê yên ji bo sererastkirina pêşnûmeya biryarê ji aliyê welatên endam ve hatin redkirin.

Biryar bi 121 dengan li hember 44 dengên “bê alî” û 14 dengên “na” hat qebûlkirin.

Biryarên Lijneya Giştî xwedî giraniya siyasî ne û peyamek bihêz ji civaka navdewletî re dişîne.

Şerê Îsraîl û Hemas: 18 hezar 205 Filistînî hatine kuştin

Back to top button