Partiya Yakîtiya Suryanî: Dewleta Tirk qirkirina 1915’an dubare dike

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir.
Gabrîel Şamo ev êrîş weke dubarekirina qirkirina Ermaniyan a sala 1915’an bi nav kir û got:
Dewleta Tirk di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de li dijî Suryan, Ermen û pêkhateyên herêmê qirkirinê dike.

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk a dagirker gelên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr û Tirkmenan zerarên mezin dîtin.

Gabrîel Şamo destnîşan kir ku li Serêkaniyê nêzî 100 malbatên Suryan û Ermen neçar man ji malên xwe derkevin û got:

Gelek sivîl hene li bajarê Serê Kaniyê asê man e û heta niha agahî ji wan nehatiye wergirtin.

Şamo destnîşan kir ku hemû gelên herêmê bi kurd, ereb, suryan û ermenan, di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de bi rengekî aram bi hev re dijiyan.

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî anî ziman ku cara yekem Suryaniyan li Serê Kaniyê dibistanên xwe ava kirin û li gorî kevneşopî û çanda xwe perwerdeya xwe didîtin.

Partiya Yakîtiya Suryanî:
Qirkirin di bin çavderiya ny de pêk tê

Gabrîel Şamo ragihand ku qirikirina sala 1915’an ku li dijî Suryan, Asûr û Ermenan pêk hat, îro bi destê Erdogan tê dubarekirin û ev yek jî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî pêk tê.

Şamo bal kişand ser êrîşên li dijî Til Temirê jî û wiha anî ziman:

Bajarê Til Temirê niha di bin kontrola hêzên Suryanî de ye, lê her roj êrîş li ser hene.

Dewleta tirk ji roja destpêkê ve agirbest bin pê kiriye û niha jî êrîşên xwe berferh kiriye.

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo di dawiyê de diyar kir ku li dijî van êrîşan divê yekîtiya gelên li herêmê xurtir bikin.

Leave a Reply

Back to top button