NY: Tirkiye li Libyayê ambargoya çekan binpê dike

Pisporên girêdayî Neteweyên Yekbûyî xebatê dimeşînin destnîşan kirin ku Tirkiye li Ûrdûnê ambargoya çekan bin pê dike.

Li gorî rapora veşartî ya pisporên ji kontrolkirina ambargoya çekan a NY berpirsyar, Tirkiye, Urdun û Îmaretên Ereb ên Yekbûyî ji sala 2011’an ve ambargoya çekan a li dijî Lîbyayê binpê dikin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, di raporê de pispor gihîştin encameke bi vî rengî: “Îmaretên Ereb ên Yekbûyî, Urdun û Tirkiye bi rêk û pêk û carna jî bi rengekî eşkere çek şandin Lîbyayê.”

Di raporê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgiriyê dide hikumeta li Trablûsê ya Serokwezîr Fayez El Sarraj û ji wesayitên zirxî heta bi balafirên bêmirov ên şer materyalan pêşkêşî yekîneyên leşkerî dike.

Yekîneyên Haftar ji bo bidestxistina Trablûsê operasyonê dikin û ev kom piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên naskirin.

Dîplomatên NY ji ber perwedeye dide yekîneyên mareşal Halîfe Haftar, Urdun jî sûcdar kirin.

Her weha Erebistana Siûdî jî ji ber balafirên şer ên bombabaranê ji bo alîkariya yekîneyên Haftar bi kar tîne sûcdar kirin.

Leave a Reply

Back to top button