Piştî du mehan cenazeyên du koçberan gihiştin Herêma Kurdistanê

Cenazeyên du koçberên Kurd ku beriya du mehan li Yunanîstanê di gemiyekê de noqî avê bibû û xeniqîbûn, bi rêya balefirxaneya Hewlêrê gihişt Başûrê Kurdistanê.

Roja 1’ê Mijdara 2022’yan li Yunanîstanê Gemiyeke koçberan noqî avê bibû.

Di wê qayîkê de 70 koçber hebûn û ji wan 62 koçber di avê de winda bûn.

Her wiha tenê 12 koçber rizgar bibûn.

Ji koçberên ku cenazeyên wan hatine dîtin du jê xelkê Başûrê Kurdistanê bûn.

Di saetên êvarê de cenazeyên her du koçberên Kurd ên bi navên Zana Qadir a 41 salî ku xelkê Pîre Megrun û Ziryan Mihemed a 30 salî ku we jî xelkê Qeladizê ye.

Cenazeyê herdûyan bi rêya balefirxaneya Hewlêrê gihiştin Başûrê Kurdistanê.

Back to top button