Malbatên şehîdan ên Helebê: Divê çekên kîmyewî bên lêkolînkirin

Meclisa Malbetên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd ya Helebê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî ku herî dawî 11 gerîla pê şehîd bûn şermezar kir.

Meclisa Malbetên Şehîdan li pêşiya avahiya xwe ya li rojavayê taxê daxuyanî da.

Meclisê di daxuyaniya xwe bal kişand li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd û bi taybet sûcên bikaranîna çekên kîmyewî li qadên gerîla û ew şermezar kir.

Meclisê di dawiyê de bang li rêxistinên peywendîdar kir ku bi berpirsyariyên ên qanûnî û exlaqî li pêşber gelê Kurd rabin.

Back to top button