QSD: Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 16’ê Sibatê li rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ′ê, 2 operasyon kirine û di encamê de 2 serçeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di operasyona yekemîn de ku YAT′ê bi desteka hêzên Kaolîsyona Navneteweyî pêk aniye, li navçeya El-Sebhe ya rojhilatê Dêrazorê li dijî serçeteyekî Daiş yê bi navê Muhened El Sarî El Fedxem” bû.

Piştî dorpêçkirina herêma ku ev serçete lê bû, hêzên YAT′ê xwestin wî teslîm bigrin, lê wî red kir. Piştre pevçûn çêbû û ew hate kuştin.

Operasyona duyemîn jî li gundê El-Hacine ya li rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Yekîneyên me bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hêzên xwe daxistin da ku serçeteyê DAIŞ′ê yê bi nave Hemze El- Humsî bigrin.

Li vir jî vî serçeteyî banga radestbûnê red kir û xwe teqand.

Li vê derê 4 leşkerên hêzên Kaolîsyona Navneteweyî birîndar bûn.”

Di van operasyonan de gelek çek û çebilxane hatin dîtin.

Back to top button