Operasyona li dijî DAIŞ’ê li Reqa didome

Li bajarê Reqa operasyona lêgerîn û baqijkirinê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome. Hemwextî vê operasyonê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Kerama ya Reqayê êrişî dewriyeya hêzên Asayişê kir.

Piştî êrişa 26’ê vê mehê a çeteyên DAIŞʹê li ser navenda Hêzên Asayîşê li Reqayê, Hêzên Asayişê û QSD’ê operasyon dan dest pê kirin.

Li bajar qedexeya derketina derve û rewşa awerte ku hatiye ragihandin dewam dike..

Ji bo parastina ewlehiya welatiyan, Hêzên Asayîşê li seranserî bajêr belav bûne.

Hemwextî operasyona li dijî şaneyên Daiş’ê li Reqayê, çeteyan li rojhilatê Reqayê êrişî dewriyeke hêzên Asayişê kir.

Çeteyên DAIŞ li rojhilatî Reqa êrişî Hêzên Asayişê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişeke li dijî dewriyeya hêzên wan de endamekî wan şehîd û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku êriş li ser rêya Kerama pêk hatiye.

Back to top button