Operasyona lêgerîn û paqijkirinê ya Hêzên Asayîşê a li taxa Diriya ya bajarê Reqayê dewam dike.
Piştî êrişa 26’ê vê mehê a çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Asayîşê li Reqayê, Hêzên Asayişê û QSD’ê operasyon dan dest pê kirin.
Li bajar qedexeya derketina derve û rewşa awerte hatiye ragihandin.
Ji bo parastina ewlehiya sivîlan, Hêzên Asayîşê li seranserî bajêr belav bûne.
Ev êriş piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê pêk tên bi vê yekê jî tevgera DAIŞ’ê li herêmê zêdeybûye.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku şaneyên DAIŞ’ê sala par di 24’ê Çileye yê de êrişî girtîgeha Xiwêran ya ku bi hezaran DAIŞ’î tê de ne kir.



