Qurbaniyên komkujiya Roboskî di salvegera 11′ an de li gundê Roboskî ji aliyê partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî ve hatin bîranîn.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî daxuyanî hatin dayîn.
Ji bo bîranîne 34 şehîdên komkujiya Roboskî ji Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih û bajarên derdorê gelek şandeyan berê xwe dan Roboskî.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî di nav de şandeyên gelek partî sazî û rêxistinan, tev li merasîmê bûn.
Beriya bîranînê, dewletê bi sedan leşker sewqî gund kirin.
Di merasîmê de banga darizandin û hesapxwestina ji kujerên komkujiya Roboskî hat kirin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî daxuyanî hatin dayîn û qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bibîranîn..
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê diyar kir ku ji bo komkujiyên nû neqewimin divê berpirsên qetlîama Roboskî û hemû qetlîaman bên darizandin.
Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li bajarê Edeneyê jî bi çalakiyekî qurbaniyên Roboskî bi bîar anîn.
Komeleya Mafê Mirovan a Hatayê jî bi boneya rojê li avahiya xwe daxuyanî da û xwes ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî bi beşdariya parlementera HDP’ê Ayşe Surucu û gelek kesan li ber Baroya Rihayê daxuyanî da û şehîdên Roboskî bi bîr anîn.
Hewldana ji bo Roboskî Edalet jî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da.
Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn û hate gotin:
“Birîna malbatên Roboskî wek roja ewil xwîn dibe.”