Salvegera 11. a komkujiya Roboskiyê

28’ê Kanûna 2011’an dewleta Tirk a dagirker bi balafiran 34 Kurdên ji gundê Roboskiyê bi balafiran kuştin.
Tevî ku 11 sal li ser komkujiyê re derbas bûne lê heta niha jî dewleta Tirk hesabê vê yekê nedaye.
Berevajî êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan zêdetir bûne.

Di dîroka Kurdistanê de, bi sedan komkujî bi serê Kurdan de hatine.

Bi dehhezaran Kurd ji ber siyasetên qirker, faşîst û nijadperest di bi komkujiyan re rûbirû man e.

Geliyê Zîlan, Dêrsim û Roboskî çend ji van komkujiyên bi serê gelê kurd e hatine ne.

Bi fermana Erdogan 17 jê zarok 34 welatiyên Roboskî hatin qetilkirin

28’ê Kanûna 2011’an, 17 jê zarok 34 zarokên kurdan li Roboskî bi fermana serokwezîrê dewleta Tirk ê wê demê Erdogan hatin bombekirin.

34 ewladên Roboskiyê ku ji bo debara jiyanê li ser sînor dixebitin hatin kuştin..

Leşkerên Tirk ku bacê jî ji wan digrin, ji wan re dibêjin; ev ê çûnûhatina we ya dawî be.

Di dema vegerê de, li nêzî gundê xwe Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê, tên bombebarankirin.

34 ewladên Roboskî tevî heywanên xwe tên kuştin û ji wan tenê Servet Encû difilite.

Erdoganê piştî komkujiyê derket û got: “Kesên hatine kuştin, “PKK’yî” ne.”

Piştî ku mijar veguherî mijareke raya giştî, vê carê desthilata faşîst a AKP’ê û medya wê ketin nava hewldanan ku komkujiyê berevajî nîşan bidin û rewa bikin.

Rayedarên AKP’ê êriş parastin û vê carê gotin ku êriş bi zanebûn nehatiye kirin.

Xwestin xizmên qurbaniyan bi pereyan bidin bêdengkirin da kes bi komkujiyê nehise.

Lê malbatên Roboskî heta roja îro banga hesabpirsînê û darzandina kujeran dikin.

11 Sal in ji kujerên Roboskî hesap nehatiye pirsîn

Komkujiyê 11 sal li paş xwe hiştin, lê kujer hê jî nehatine darizandin û cezakirin.

Berovajî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk yên li dijî Kurdan zêdetir bûne û raya giştî jî di meselê de çavên xwe digrin.

DOKUMENTER-Komkujiya Roboskî

Back to top button