Meclisa Leşkerî ya QSD civiya “wê êrişa dewleta Tirk Sûriyê parçe bike”

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo êrişeke muhtemel a dewleta Tirk û emcamên civîneke awrte li dar xist.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çi êrişeke dewleta Tirk li dijî herêmê wê bandorê li yekîtiya axa Sûriyê bike.
Her wiha diyar kir ku ew amade ne kordîneyê bi hêzên Hikûmeta Şamê re bikin da ku li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di dawiya civîna Meclisa Leşkerî ya QSD’ê de daxuyaniyek da û tê de piştgiriya gelê gelê herêmê pîroz kir û daxwaza dewamkirina destkedayînê kir.

Di heman demê de, QSD’ê hişyarî da ku çi êrişeke dewleta Tirk wê banadoreke mezin li rewşa mirovî bike û Sûriyê ber bi parçekirinê ve bibe.

Fermandariyê diyar kir ku ew armanc dikin şer çênebe û pabendî bi lihevkirinan were kirin, lê di heman wextê de, ew amade ne gelê herêmê ji êrişan jî biparêzin.

Ji bo bersivê bidin dewleta Tirk, amade ne bi hikûmeta Şamê re kordîneyê bikin”

Her wiha di daxuyaniyê hat piştrastkirin ku QSD’ê amade ye kordîneyê bi hêzên Hikûmeta Şamê re bikin û bersivê bidin êrişên dewleta Tirk.

Back to top button