Dagirkeran derdora gundê Hirbel ê Şehbayê û gundên Minbicê topbaran kirin

Berî çend deqeyan dewleta Tirk careke din dest bi topbarankirina gundên Şehbayê kir.

Devera hatî topbarankirin derdora gundê Şehbayê Hirbel bû.

Duh jî dewleta Tirk gundên Minbicê careke din kirin armanc.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand duh bi şev gundê Cat, Qertwêran, Kawiklî, Korhiyûk, Cebel El-Hemra, Boxaz, Mezarê El-Fewaris hatin topbarankirin.

Li gorî navendê, di encama topbaranê de maleke sivîlan zirar dît.

Dagirkeran doh derengiya şevê gundên Merenaz, Malikiye, Şewarxa yên navçeya Şerayê jî topbaran kirin.

Back to top button