Dewleta Tirk carek din derewîn derket: Malên sivîlan hatine bombe kirin

Dewleta Tirk a dagirker weke her carê diyarkiribû ku wana li Amediyê navendên gerîlayên PKK’ê bombebaran kirine.
Lê di dîmênên ku hatin weşandin de derewa dewleta Tirk derket holê.
Li gorî dîmênan cihên ku hatine bombebaran kirin, malên xelkê ne.
Her wiha hate diyarkirin PDK’ê jî ji bo hêsankirina dagirkeriyê, hewl dide gundan bide valakirin.

Balafirên şer ên Tirk di 16’ê Çileyê de bombe li gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijê yên Amediyê barandibûn.

Dewleta Tirk bi daxuyaniyeke fermî gotibû, ‘Bombe li navendên PKK’ê’ hate barandin.

Lê dîmêna ku ajansa ANF’ê weşand, îdîa û daxuyaniya dewleta Tirkiyê ên derew eşkere kir.

Wekî ku ji dîmenan jî tê dîtin, cihên ku hatine bombebaran kirin, malên welatiyan in.

Her wiha dewleta Tirkiyê a dagirker 25’ê Çileyê gundê Sergelê yê Amediyê çîftlikek, 26’ê Çileyê jî li gundê Kevne Mijê navendeke tenduristiyê bi balafirên şer bombe kir.

Li gel bomberanan giran her wiha bi çekên giran jî êrişên xwe ên li dijî herêmê didomîne.

Ji ber êrişan gundî hîn jî nikarin biçin gundê xwe û bi metisîdar in.

PDK’ê ji bo valakirina gundan ferman daye

Her wiha rayedarên PDK’ê jî nahêlin gundî li cih û warê xwe vegerin.

Di vê navberê de hate diyarkirin rayedarên PDK’ê jî nahêlin gundî li cih û warê xwe vegerin.

Hate eşkerekirin ku ji bo valakirina gundan PDK’ê hişyarî dane keyayên gelek gundên li deşta navbera Amediyê û Şeladizê.

Back to top button