Li Çînê jimara pêketiyên Covid-19 gihişt 900 mîlyonî

Di demekê ku hêviyên bi dawîbûna vîrûsa Corona heyî de, li çînê cureyên nû yên vîrûsê welat xistiye nava metirsiyê.
Zanîngeha Pekînê ragihadn ku li Çînê jimara pêketiyên Covid-19 gihiştiye 900 mîlyonî.

Zanîngeha Pekin ya li Çînê ragihand ku heta 11’ê Çile jimara peêketiyên Covid-19 li welat gihîştiye 900 mîlyonî.

Li gorî lêkolîna ji aliyê zanîngehê ve hatî kirin, vîrûsa Corona li sedî 64’ê welat hatiye dîtin.

Li herêma Ganksu, ji sedî 91 ê nifûsê tê texmîn kirin ku bi vîrûsê ketiye.

Ev rêje li Yunnan ji sedî 84 û li Qinghai jî ji sedî 80 hate hesibandin.

Ji pêşengên epîdemîologên Çînê (pisporê serhildanê) Zeng Guang, diyar kir ku tê payîn pêketî heta 23’ê Çile Sala Nû ya Çînê de, bigihîjin lûtkeyê.

Serokê berê yê Navenda Kontrolkirina Nexweşan a Çînê Guang jî anî ziman ku tê payîn hejmara pêketiyan 2-3 mehan di vê astê de bidome.

Ji destpêka pandemiyê ve bi sed mîlyonan Çînî wê ji bo Sersala Çînî cara yekem biçin malên xwe.

Çînê di dawiya 2022’an de tevdîrên li dijî vîrûsê rakirin.

Vê yekê hişt ku di nava demeke kin de li welat careke din metirsiya vîrûsa Corona derbikeve pêş.

Bi zêdebûna jimara pêketiyan re, astengiya cihê razana bû nexweşan jî derketiye.

Tê fikirîn ku ji bo kal û pîrên li herêmên gundewarî yên ji xizmetên tenduristiyê bêparin, wê vê rewşê hîn zehmetir derbas bikin.

Cejna Sersalê ya ku di 21’ê Çileyê de li Çînê dest pê dike, beriya Covid-19’ê weke geşta herî mezin ya li cîhanê bû.

Tê payîn ku îsal bi tevahî 2 mîlyar rêwîtî li welêt bêne kirin.

Ji destpêka pandemiyê ve, Çîna ku rêwîtiya xwe ya navneteweyî bi şertê karantînayê di ketina welêt de sînordar kiriye, roja Yekşemê jî ev pîvan rakir.

Lêbelê, gelek welatan ji ber zêdebûna dozên li Çînê ceribandina ji bo rêwiyên ji vî welatî mecbûrî kirine.

Pisporên tenduristiyê yên navneteweyî hişyarî didin ku dibe îsal li Çînê nêzî 1 mîlyon kes ji ber vîrûsa Covid19 bimirin.

Back to top button