Li Efrîna dagirkirî 6 jin û zarokek di nav de 59 kes hatine revandin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker di meha Îlonê de, 6 jin û zarokek di nav de 59 kes hatine revandin.

Li gorî rapora Rêxistinê li Efrîn 136 bûyerên xwekuştinê belge kirine.

Sedemên bûyeran rewşa nebaş a jiyanê û destavêtina dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê ye.

Derbarê avakirina mêtingehan de, rêxistinê ragihand ku 2 rêxistinên Amerîkî li Efrînê mêtingehan ava dikin.

Rêxistinê diyar kir, Desteya Navdewletî ya Xebat û Geşepêdanê (Insur) li gundê Kobalê yê navçeya Şêrawa 100 xanî ji bo şêniyan amade kirine.

Her wiha di Îlonê de, çeteyan 100 darên zeytûnê, daristanên navçeyên Mabeta, Cindirêsê, Reco û Bilbilê birîbûn ji bo êzingên wan bifroşin.

Bi dehan hektar daristan şewitandin da ku sûcên xwe veşêrin.

Li Efrîna dagirkirî 4 welatiyên din hatin revandin

Back to top button