Xwepêşandanên gelê Siwêdayê bi pêşengiya jinan dewam dike. Rojnamevanên jin diyar kirin ku ji bo dengê berxwedêrên li Siwêdayê bigihînin hemû cîhanê.
Rojnamevanên jin yên Siwêdayî derbarê rola jinan û daxwzên gel yên di xwepêşandanan de axivîn.
Rojnamevan Nûr El-Nahît diyar kir ku jin di xwepêşandanan de roleke sereke dilîzin û wiha got:
Jin ji bo mafên xwe û gelê xwe li kolanan e. Ev aliyê aştiyane yê tevgerê derdixe holê.”
Ew ê jî hewl bidin dengê gel ji cîhanê re ragihînin.
Rojnamevan Areej El-Muhtar jî da zanîn ku diyar kir ku beşdarbûna jinan a çalakiyan pir zêde bû û wiha anî ziman:
Di dema şopandina çalakiyan de em rastî pirsgirêkan tên.
Ji ber wêneyên xwe yên li ser malperên medyaya dîjîtal ez rastî reşkirinan hatim.
Ez ê erka xwe didomînim û bi awayekî xurt di nava tevgerê de cih digirim.



