Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin

Xwepêşandanên li Siwêdayê bi israra guhertina rewşa siyasî dewam dikin.
Rayedarekî Wezareta Karên Derve, careke din destnîşan kir ku heta hêzên Tirkiyê ji Sûriyê dernekevin normalîzkirin bi enqereyê ne pêkan e.

Li Sûriyê aloziyek aborî ya têkçûyî serwer e.

Bi teybet li herêmên hikûmeta Şamê welatî ji ber aloziya aborî û siyasetên hikûmeta Şamê zehmetiyan di peydakirina debraa jiyanê dikşînin.

Şêniyên Siwêdayê li dijî vê dest bi çalakiyan kir û banga çareseriyekê dikin.

Zêdetirî 45 in şêniyên Siwêdayê li qadan in û banga guhetina siyasî dikin.

Îro jî şênî li qada El-Kerama kom bûn û mêtingeke li dar xistin.

Şêniyan banga xweseriya Siwêdayê û Sûriyeke ne-navendî kirin.

Her wiha banga pêkanîna biryara NY’ê 2254 ji bo bidawîbûna şerê li Sûriyê kirin.

Hikumeta Şamê: Normalîzekirin bi Enqereyê re ne pêkan e

Li aliyê din, Têkeliyên di navbera Sûrî û Tirkiyê hîn asteng in.

Beriya niha bi navbeyînkariya Rûsya û Îranê ji bo normalîzekririna têkiliyan di navbera Şam û Enqerayê civînên hatin lidarxisitn.

Heta niha her du aliyan ji ber berjewendiyên xwe li hev nekirin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam Sabax ji ajanseke rûsî re li ser normalîzekirina têkeliyan wiha got:

“Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî bikişîne.

Wê demê em ê ji gotubêjkirinê re vekirî bin.

Lê ger wisa neke û li ser mayîna xwe israr bike, ev dagirkirineke ne rewa ye.

Dê hewldanên normalîzekirinê asteng bike.

Sabax diyar kir ku tu têkiliyek an jî peywendiyek bi Tirkiyê re nîn e.

Back to top button