Li Efrînê çeteyan 4 sivîl ji navçeya Şiyê revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 sivîl jê jinek ji navçeya Şiyê revandin. Her wiha 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Ibrahîm li gundê Hêkiçê yê Şiyê birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna ku dagirkirine bi her awayî kiryarên dermirovî pêk tînin.

Ji bilî revandina şêniyan û êşkencekirina wan, çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnê didizin û talan dikin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê ragihand ku 29’ê Îlonê, li bajarê Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Ehmed Umer Kernebe revand.

Navendê diyar kir ku ji ber Ehmed bac neda, çeteyan ew êşkence kir û revand.

20’ê Îlonê, ji gundê Qermîtliq ê Şiyê dagirkeran şêniyê bi navê Reşîd Hisên Bekir ê 42 revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku dagirkeran Reşîd li navenda bajêr revand û li beramberî berdana wî 3 hezar dolar dixwazin.

Li gel Reşîd jî, hevjîna wî hat revandin û piştî du rojan ew hat berdan.

Di heman rojê de jî, dagirkeran şêniyê bi navê Mistefa Bekir Kiluteh (53) salî yê ji gundê Şiketo yê Şiyê revand.

Rêxistinê da zanîn ku istixbaratê her du Kurên Mistefa yên bi navê Orhan û Egîd li bajarê Stanbûlê yê Tirkiyê jî revandin.

Her wiha çeteyan ciwanê bi navê Mihemed Hebeş ê 18 salî û bavê wî Reşîd Cemîl Hebeş ji navenda navçeya Şiyê revandin.

Li aliyekî din çeteyan ciwanê bi navê Ebdil Rehman Nîzam Dîn Şêx Mistefa piştî êşkenceyeke giran û fidiyê jê standin, ew berdan.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî jî ji destpêka meha Îlonê ve revandina 71 sivîlî di nav de jî jin belge kir.

Çeteyan 100 darên zeytûnê li Şiyê birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir jî ku çeteyên dewleta Tirk di 27’ê Îlonê de 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Silêman Ibrahîm ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê birîn.

Tevî wê jî dizî û talana zeytûnan bêserûber didome.

Ji bilî sepandina baceyên dawiya salê, çete ji niha de ji bo her darekê 4 hezar û 500 L.S li şêniyên li gundên navçeya Şera, Qestelê, Qeretepe û Qurtqulaqê disepînin.

Li navçeya Bilbilê jî çete ji bo her darekê 2 dolaran li şêniyan disepînin.

Back to top button