Bavên şehîdan: Me di fikirên Rêber Ocalan de azadî û wekhevî dît

Tevî tecrîdkirina Rêber Ocalan, lê gel girêdana xwe ya bi firkir û felsefeya wê xurt kirine. Bavên şehîdan ên ji herêma Cizîrê dibêjin wan azadî û wekhevî di fikirên Ocalan de dîtine û ji xwe re kirine bingeh. Bavên şehîdan diyar kir ku ew ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Ev 22 sal di ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan re derbas bûn, lê hîna tecrîda girankirî dewam dike.

Hikumeta AKP-MHP’ê tecrîdê wek amûreke şerê taybet li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Bi vê tecrîdê, dixwazin vîna gel bi fikir û ramanên Rêber Ocalan ve girêdayî ne bişkînin û perespektîfên Ocalan negihêjin gel..

Tevî hewldanan jî, lê her ku diçe girêdana gel bi rêberê xwe ve zêdetir dibe û banga azadiya wî dikin.

Kesayetên neteweyî yên herêma Cizîrê ku fikrên Ocalan nas kirin û ji bo wê baweriyê şehîd dan, banga azadkirina rêberê xwe dikin.

Mihemed Saroxan ku bavê şehîd Delîl Saroxan e dibêje; wan azadiya xwe di fikirên rêber Ocalan de dît û di demekê de ku rakirina vê fikirê zehmet bû, pê bawer kirin.

Ebidî Xelef ku bavê şehîd Nobar e, fikirên Ocalan weke bingeha wekheviyê girt û bi vê yekê bawer kir.

Xelef diyar kir ku çi qas Tirkiye hewl bide Ocalan ji gel qut bike, êdî fikir û felsefeya wî ji bo gelê herêmê bûye lêvegerek.

Her wiha, Hac Xerbî bavê şehîd Zekiye jî bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û azadiya rêber Ocalan bixwazin.

Hac Xerbî bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan jî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û weke berpirsiyareke mirovî û exlaqî, wî azad bikin.

Back to top button