Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqî ragihand ku li Wadî El-Sersar a parêzgeha Selahedînê operasyoneke leşkerî li dijî şane û bermahiyên DAIŞ’ê dest pê kir.
Şaneyê da xuyakirin ku vê sibehê bi rêveberiya Fermandariya Operasyonê Hevbeş û bi piştgiriya balafirên artêş û Koalîsyonê, operasyonê dest pê kir.
Di heman çarçoveyê de, Destgeha Têkbirina Terorê 9 çeteyên DAIŞ’ê li Silêmaniyê girtin.
Berdevkê artêşa Îraqî Yihya Resûl da zanîn ku ev çete berê girêdayî Wîlayet Qati’i El-Cenûb a DAIŞ’ê bûn.