Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê welatiyekî din revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li navçeya Cindirêsê ya Efrînê welatiyekî din revand.

Ajansa Hawarê ragihand çeteyên artêşa Tirk ji gundê Kefer Delê ya navçeya Cindirêsê welatiyek revand.

Li gorî agahiyan kesê revandî Ebdulrehman Umer Hesen ê 45 salî ye.

Dagirkeran bi ser mala wî ya li taxa Eşrefiyê de girtine û ew revandine.

Ebdulrehman di lêkirina avahiyan de kar dike û bavê 5 zarokan e.

Li gorî agahiyan çeteyan Ebdulrehman ber bi cihekî nediyar ve biriye.

Her roj revandin li Erfînê çêdibe, hemû jî ji bo stadina fidiyê ji malbatê wan, tên revandin.

Back to top button