Şêniyên Tebqayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Şêniyên Tebqayê bi daxuyaniyekê teqez kirin ku ew ê bi her awayî destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

Daxuyanî li Cirniye ya Tebqayê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û gelek tevger û rêxistinên din li pêşiya Navenda Çand û Hunerê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker bi armanca koçberkirin û valakirina herêmê ji niştecihên wê êrişên xwe li ser herêmê zêde kiriye.

Ji wan êrişan jî êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê tê de hene.

Tirkiyê dixwaze DAIŞ li herêmê zindî bike.

Di dawiyê de bang li Koalîsyona Navnetewî ya li dijî terorê, Rûsya û Komkara Erebî hate kirin ku berpirsyarên xwe pêk bînin.

Şêniyên Dêrazorê: Tevî êrişan jî em ê bi ser bikevin

Back to top button