QSD: berî pêvajoya agirbestê, 93 çete hatin kuştin

Şervanên QSD û gelên herêmê bi berxwedaniya xwe dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ji hev dixin.
Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, hemû êrîşên li ser taxên Serê Kaniyê hatine şikandin û li hemû eniyan 93 çeteyên Dewleta Tirk hatin kuştin..
QSD’ê destnîşan kir ku, ev şer berî pêvajoya agirbestê pêk hatiye, lê belê dewleta Tirk hîna li Serê Kaniyê êrîşên xwe didomîne.

Navenda Ragihandina QSD’ê encamê şerê 24 saetên dawî ya Berxwedana Rûmetê eşkere kir..

Li taxên Newroz, Mehata, Zorava û Zerdeşt ên Serê Kaniyê, şerê sîng bi sîng rû dan.

Li vir hemû êrîşên çeteyan hatin şkandin û herî kêm 70 çete hatin kuştin.

Dagirkeran ji bo nexweşxaneya bajêr bi dest bixin, hemû çekên hewayî û bejahî bikaranîn, lê belê şervanên QSD van êrîşên wan têk birin û di encamê de 10 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin..

Ji ber ku şervanan nehiştin çete bikevin nava bajêr, piraniya avahiyên bilind ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate rûxandin.

QSD’ê bal kişand ser rewşa Menacîr û Alya jî û diyar kir di encama topbarana li vir de, sivîl birîndar bûn.

Li gundê Ebû Sira yê Rojavayê Girê Spî jî, hejmarek çete hatin kuştin û gelek alavên wan hatin rûxandin.

Ji daliyê din ve li gundên Xirbet Yûsiv, Wabdê û Tirwaziyê êrîşên hewayî û topbaran pêk hatin û baregehên hêzên Sûriyê hedef hatin girtin.

Li ser vê yekê jî şervanên QSD’ê êrîşî artêşa tirk û çeteyên wê kir û gelek alavên wan derbe kirin.

Li gundewarên Eyn Îsayê jî, balafirek dewleta Tirk bi şaştî li çeteyên xwe da û hejmarek mezin ji wan kuştin.

Ji aliyê din ve artêşa Tirk a dagirker saetên êvarî gundewarên Dêrikê topbaran kir.

Şervanên QSD’ê bersîv dan û di encamê de li gundên Qesir Dîv, Heyaka, Wadî El-Zîb û Şebaniyê 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

QSD, têkildarî eniya Amûdê jî diyar kir ku, li xeta Elûk piştî şerên dijwar, çete û leşker paşde vekişiyan.

Di topbarana gundê Xerezê û herêmên din ên sînor jî ziyanên madî çêbûn.

Navenda Ragihandina QSD’ê da zanîn ku bi giştî di 24ê seatên dawî de 93 çete û leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

4 wesaîtên zirxî, 4 ên leşkerî û tenkek hatin rûxandin.

93 ÇETE HATIN KUŞTIN

8 EREBEYÊN ZIRXÎ Û LEŞKERÎ HATIN TEQANDIN

QSD’ê ragihand ku di van êrîşan de 9 şervanên wan şehîd û 41 jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk teqez kir ku, ev encam pêvajoya piştî girtina biryara agirbestê nagire nava xwe.

Lê belê hîna jî Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li Serê Kaniyê didomînin..

Leave a Reply

Back to top button