Putin: Rûsya sînorê xwe yê Rojava xurttir bike

Rûsyayê piştî beşdarbûna Swêd û Finlandiya li NATO’yê sînorê xwe yê rojava xurttir bike.
Serok dewletê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê şandina leşkeran de jî bilêv kir ku heger welatên NATO’yê ji Ukraynayê re leşker bişînin dibe ku şerê nukleerî derbike.
Li aliyê din rojnameya Financial Times a Îngilîstanê li ser pîvanên Rûsyayê yên bikaranîna çekên nukleerî nûçeyek weşand.

Vladimir Putin da xuyakirin Rûsya yekîneyên xwe yê li sînorê rojava piştî beşdarbûna Swêd û Finlandiya li NATO’yê xurttir bike.

Putin di parlamentoya Rûsyayê de axivî û diyar kir ku Rûsya xwedî çekên ku dikare armancên li axên dijmin bixe ye.

Her wiha Putin anî ziman ku her kesê ku hewl bidin Rûsyayê dagir bikin dê encamên ji Şerê Cihanî yê Duyemîn hişktir re rû bi rû bimînin.

Serok dewletê Rûsyayê Putin destnîşan kir ku Rûsya pergalên çekên pêşketî ku moşekên Zircon hipersonîk jî di nav de bi kar tîne û li Ukraynayê jî xwedî sûdekî leşkerî ye.

Derbarê şandina leşkeran de jî Putîn bilêv kir ku heger welatên NATO’yê ji Ukraynayê re leşker bişînin dibe ku şerê nukleerî derbike.

Bikaranîna çekên nukleerî ya artêşa Rûsyayê

Rojnameya Financial Times a Îngilîstanê li ser pîvanên Rûsyayê yên bikaranîna çekên nukleerî nûçeyek weşand.

Li gorî nûçeyên ku li ser belgeyên leşkerî yên ji Moskowê derketine, sînorê Rûsyayê ji bo bikaranîna çekên nukleerî li gorî daxuyaniyên berê kêmtir e.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku 29 belgeyên ku derketine holê yên demê 2008-2014’an e û ji aliyê pisporan ve hatine lêkolînkirin û piştrastkirin.

Li gorî vê yekê, şert û mercên muhtemel ên Rûsyayê ji bo êrîşeke nukleerî destnîşan kirine:

Dagirkirina dijmin a li ser xaka Rûsyayê û îmhakirina ji sedî 20’ê keştiyên binavûdeng ên fuzeyên balîstîk ên stratejîk ên Rûsyayê ye.

Ji bilî vê, binavbûna 3 an zêdetir keştiyên şer ên mezin, hilweşandina 3 balafirgehan an jî ji sedî 30 ji keştiyên nukleerî jî weke şert û mercên gengaz ên êrîşa nukleerî hatin binavkirin.

Financial Times bi lêkolîna belgeyên ku ji Moskowê derketine îdia kir ku ew belge bêbaweriya Rûsyayê ya li hember Çînê jî eşkere dikin.

Hat îdiakirin ku di belgeyan de îşaret hene ku herêma leşkerî ya rojhilatê Rûsyayê li ser senaryoyeke ku Çîn êrîşî welêt dike û li vê herêmê tetbîqatên leşkerî pêk tîne dixebite.

Rojnameyê îdia kir ku tirsa wê heye ku Çîn sûdê bi dest bixe di demekê de ku Moskow bala xwe dide ser Rojava.

Artêşa Rûsyayê bajarokê Severnî ya Ukraynayê jî bidest xist

Back to top button