Hunermendên herêma Cizirê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dijî gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da û tê de hate diyarkirin ku dê heya dawiyê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin.

Bi dehan hunermendên herêma Cizîrê, li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke hunermendên Bakur û Rojhlatê Sûriya yê, dixwazin çand û hunera xwe di welatê xwe de, di nav gelê xwe de bi aştî û aramiyê pêk bînin.

Em ne şerxwez in, lê belê dewleta dagirker û şefê wê Erdogan piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî niha dixwezin dîsa welatê me dagir bike..

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên garantor der barê gef û êrişên li ser herêmê de hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku hemû gelên herêmê, li hemberî van êrişan bi hev re, mil bi mil li ber xwe bidin û xwe biparêzin.”

Back to top button