Li Zaxo di encama topbarana dewleta Tirk du kes birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker gundê Perex ê Zaxoyê topbaran kir û jer ber topbaranê du welatî ku tê gotin bav û kure birîndar bûne.

Li gorî ku ji herêmê hatî ragihandin ku îro di saet 15:20’an de artêşa Tirk a dagirker gundê Perex ê nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê da ber topan.

Her wiha di encama topbaranê de du welatiyên ku tê gotin bav û kurin birîndar bûne û ew ji bo nexweşxaneya Zaxo hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro beriya saetên nîvro artêşa Tirk li nahiya Sinunê ya Şengalê jî êrişê Meclîsa Gel û bazara Sinunê kir.

Di encama êrişê de bapîr û neviyek xwe yê 12 salî şehîd bûn û 6 welatî jî birîndar bûn.

Back to top button