Tevgera Emtidad a Iraqê derbarê êrişa îro ya dewleta Tirk a li ser nahiya Sinun a Şengalê nerazîbûn nîşanda, êriş şermezarkir.
Tevgera Emtidad a Iraqê li dijî êrişa îro ya dewleta Tirk a li ser nahiya Sinun a Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Carek din serweriya asîman û bejahî ya Iraqê li ber çavên hikûmeta Iraqê hat binpêkirin, bêy ku ti helwest û hewildanek dîplomasî û navdewletî li dijî vê binpêkirinê nîşan bide.”
Di daxuyaniyê hat xwestin hikûmeta Iraqê berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina serweriya ewlehî û seqamgiriya welat bi cihbîne.
Her wiha ji bo bidawîkirina van binpêkirinan dest bi pêngavên dîlomasî û siyasî bike.
Tevgera Emtidad daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bi fermî daxwaznameyek nerazîbûnê li ser êrişên dewleta Tirk bigihîne NY û Encûmena Asayîşa Navdewletî.