Zozan Çewlîk: Berxwedanê muhra xwe li sala 2020’an xist

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik sala 2020’î ji aliyê tevgera azadiya Kurdistanê ve nirxand û anî ziman ku berxwedanê muhra xwe li sala 2020’î xist. Zozan diyar kir jî ku îsal êrîşên li dijî jinê li Tirkiyê hîna zêdetir bûn.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk da zanîn ku sala 2020 êrîşên li dijî jinê li Tirkiyê hîn zêdetir bûn û bang kir ku divê li hember vê rewşa metirsîdar ne tênê jin, belê hemû zilam jî rabin.

Zozan Çewlik derbarê têkoşîna Gerîla ya 2020’an û siyaseta qirker a dewleta faşîst ji televizyona Stêrk re axivî.

Zozan anî ziman ku di sala 2020’î de siyaseta qirkirinê ya li herêmê weke siyaseteke destavêtin, destdirêjî, neteweperest û faşîzmê hat meşandin û got:

“Îsal li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê derfet hebû ku pirsgirêk bihata çareser kirin, lê ev yek pêk nehat.

Lewma ev herêm di nava kaos û qeyraneke giran de ne, vê yekê jî hêzên desthilatdariyê xitimandine.”

Zozan Çewlîk: Gelan baştir dît ku pergala neteweperest û qirker bi kêrî wan nayê

Fermandar Zozan Çewlik anî ziman ku:

“Gelan bi rengekî baştir dîtin ku ev pergala faşîst, neteweperest, qirker ti hêviyê nade wan.

Lewma hemû beşên civakê li hemberî faşîzmê li ber xwe dan û vê yekê hêviyek ava kir.

Her wiha di sala 2020’î de, berxwedanê muhra xwe li her qadê xist”.

Zozan Çewlik bal kişand ser êrîşên li ser jinan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî û da zanîn ku îsal asta tundiya li dijî jinê hîna bilindtir bûye û divê ne tenê jin, belê zilam jî li hember vê rewşa metirsîdar rabin.

Zozan Çewlîk: Konsepta qirkirna Kurdan didome

Zozan Çewlik bi bîr xist ku qirkirina Kurdan, polîtîkaya înkar û tunekirinê ji bo dewleta Tirk konsepteke û got:

“Polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk ne tenê îsal, her tim hene.

Konsepteke ku ji sala 2015’an ve dewam dike. 2019’an jî, destpêkê Efrîn, piştre Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kirin.

Piştre hewl dan ku Şengal, Mexmur û herêma parastina Gel jî dagir bikin, lê hesabê wan hev negirt, taybet berxwdana gerîla ya li Heftenînê, konsepta wan têk bir.”

Fermandara YJA STAR’ê Zozan Çewlîk di dawiyê de diyar kir ku ew weke tevgera azadiyê, wê sala 2021’an têxin sala têkbirina faşîzma dewleta Tirk û azadiya gelê Kurd.

Back to top button