Zanista Jineolojî li dijî zêhniyeta baviksalarî riyên çareseriyê vedike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 2 aliyan ve têkoşînek xurt bi tundiyê re tê meşandin. Li rex şerê li feraseta baviksalariyê, zihniyeta azadiya jin tê birêxistinkirin.

Li cîhanê her roj ji aliyê ziniyeta baviksalar ve di warê siyasî, bîrdozî, fîzîkî, malbatî, zayendî, çandî, derûnî, civakî, aborî û hwd de hemû cûreyên tundiyê tên pêkanîn û li ser civakê tên ferzkirin.

Serdema zanîn û teknolojiyê tundî û şerê li dijî wê mezin kiriye.

Zihniyeta baviksalarî hemû zanist û teknîka di destê xwe de wekî amûrê tundiyê bikar tîne;

Li beramberî wê têkoşîna azadiya jin û civakê jî berfireh dibe, vediguhere sazûmaniyê.

Li Kurdistanê ev tundî hîn bi awayekî kûrtir tê meşandin;

Hêzên dagirker di heman demê de tundiyê ji aliyê bîrdozî û mêtîngeriyê ve wekî rêbazek sereke ya şerê taybet didin meşandin.

Li dijî van êrişan bi pêşengiya tevgera azadiya jin a Kurdistanê tora hişmendî û rêxistinkirina azadiyê belav û jiyanî dibe.

Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel Şoreşa 19`ê Tîrmehê gavên gelekî girîng hatine avêtin.

Di xebatên Jineolojiyê de li ser esasê van lêkolîn û tespîtan rêya çaresriya pirsgirêkan, rêbazên avakirina îrade, zanyarî û hişmendiyê hatine vegotin.

Di vê bingehê de têgeha Xwebûn ku Rêber Apo di pareznameyên xwe de bal kişandiye ser, wekî têgehek sereke hatiye destnîşankirin.

Xwebûn di wateya xwe naskirin, îradebûn û ayîdê xwe de hatiye ravekirin.

Li herêmê hişmendiyê lêkolînên dîrokî, civakî, bawerî, malbatî û hwd hatine kirin; lîste û materyalên perwerdeyê hatine amadekirin.

Ji bo pêkanîna zanista Jineolojiyê li Heleb, Şehba, Minbic, Kobanê, Reqa, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê akademî û navendên lêkolînê hatine vekirin.

Di Jineolojiyê de azadiya jinê di heman demê de weke azadiya mêr tê pênasekirin, lewma ji bo mêran jî perwerde tên dayîn.

Tê hedefkirin ku di tevahiya pergala perwerdeya herêmê de ev zihniyet bê belavkirin.

Di vê çarçoveyê de ji hêlînxaneyên zarokan heta zanîngehê ji bo amadekirina lîsteyê tevkarî tê kirin.

Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de jî, ji komînan heta meclisên qanûnsaz û rêveber, komîteyên dîplomasî, parastin, aborî û perwerdeyê pergala hevserokatiyê tê pêkanîn.

Encamên vê têkoşîna tê meşandin di jiyanê de bi rengên cuda xwe dide der.

Back to top button