Brîtanya û Fransa: Tirkiye û Emerîka bi zindîkirina DAIŞ’ê tawanbar kirin

Fransa û Brîtanya, tiliyên tawanbariyê dirêjî Tirkiye û Emerîkayê kirin ku destnîşankirin ku her dû welatan 5 salên têkoşîna li dijî DAIŞê têk birin. 

Serokwezîrê Fransayê Édouard Philippe li pêşiya parlamenê diyar kir ku biryara Trump a vekişînê, 5 salên xebata koalîsyona navdewletî , li erdê xistin û got:

Êrîşên dewleta tirk ewlehiya me ya giştî li gel vegera DAIŞê dixe metirsiyê.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab anî ziman ku êrîşên Tirkiyê bêserî û xwedî encamên xerabker in.

Leave a Reply

Back to top button