Welatên ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk ji Bakûr û Rojhilatê Sûrî re helwest nîşan didin ; zêde dibin. Piştî êrîşên gelek welatên Ewrûpî, Spanya û Kanada jî biryar girtin ku çekan nefiroşin dewleta Tirk.
Hikumeta Spanyayê diyar kir ew ê hinardeyên çekan li ser Tirkiyê rawestîne.
Her wiha hikumetê ji Tirkiyê xwest ku êrîşa xwe ya leşkerî li ser bakur û rojhilatê Sûrî rawestîne û got:
Ev êrîş aramiya herêmê dixe metirsiyê, hejmara koçberan zêde dike û gefan li serweriya Sûriyê dixwe.
Kanada jî heman gav avêt û ji bo Tirkiye firotina çekan rawestand.
Berî demekê jî ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, tevî Almanya û Brîtanya gelek welatan firotina çekan ji Tirkiye re qedexe kiribûn.
Li aliyekî din ji bo di navbera QSD û Tirkiyê de agirbest çê bibe, îro Cîgirê Serokê Emerîka Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo serdana Tirkiyê dikin.