Kongra Star dewreyek perwerdeyê ji bo 22 mêran da destpêkirin

Kongra Star a Bajarê Hesekê jî di çarçoveya rêzeçalakiyan de dewreyek perwerdeyê ji bo 22 mêran da destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê 3 roj li navneda Kongra Star a bajarê Hesekê berdewam kir.
Di dewreyê de li ser hevjiyana azad, dîroka 8 Adarê û sîstema Kongra Star perwerde hat dayîn.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24’ê Sibatê de rêzeçalakiyên 8’ê Adarê di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” ragihand.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, Kongra Star ji bo 22 mêran bi armanca pêşxistin û guhertina hişmendiyê perwerde da destpêkirin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Helebça Ehmed diyar kir ku armanc ji vekirina vê dewreyê pêşxistina zanîst û guhertina hişmendiyê ye.

Endamê Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê Mihemd Xewas da zanîn ku armanc bi tevlibûna perwerdeyê guhertina hişmendiya baviksalarî ye.

Kongra Star li goristana şehîdên Til Timirê dar çandin

Kongra Star a navçeya Til Temirê jî rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomîne.

Îro jî bi beşdariya dehan jin û mêr li Goristana Şehîdên Til Temirê dar hatin çandin.

Li Tirbespiyê bi boneya 8’ê Adarê semînerek hat dayîn

Yekitiya Jinên Êzidî ya navçeya Tirbespiyê bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek li Mala Êzidiyan da.

Di semînerê de hate diyar kirin ku jin îro di her warî de têkoşîn û berxwedana xwe xurttir dikin, û ji her kesî re daxuya kirin ku jin dikare her tiştî ji bo azadiya xwe bike.

Kongra Star a Çilaxa meşek lidarxist

Kongra Star a ÇiLaxa jî meşek di heman çarçoveyê de lidarxist.

Di meşê de dirûşmeyê Bê Serok Jiyan Nabe ,Jin Jiyan Azadî bê navber hatin berzkirin.

Endama kongra star Nezha Yûsif di meşê de axivî û 8ê adarê li jinan pîroz kir her wiha da zanîn ku jinan di 8ê adarê de gava yekê ji bo bidestxistina mafê xwe avêtin.

Nezha têkoşîna jinan silav kir û soda domandina berxwedanê da.

Ji bo 8 Adarê li Tebqayê panelek hat lidarxistin

Back to top button