Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa Tirkiyê de zarokekî 12 salî şehîd û 7 kes jî birîndar bûn.
Meclisê eşkere kir ku êriş bi hevkariya PDK’ê pêk hat û da zanîn ku hin kesên nêzî PDK’ê li Hewlêrê bi MÎT’ê re hevdîtin kirine û li ser planên nû li dijî Şengalê nîqaş kirine.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî navçeya Sinûnê daxuyaniyek da.
Meclisê eşkere kir ku di encama êrişa Tirkiyê de zarokê bi navê Selah Nasir ê 12 salî şehîd bû.
Û endamên meclisa giştî, rojnamevanek û endamên meclisa gel a Sinûnê jî di nav de, 7 kes birîndar bûn.
MXDŞ: Êriş bi hevkariya PDK’ê pêk hat
Di daxuyaniyê de Meclisê eşkere kir ku êriş bi hevkariya PDK’ê pêk hatiye û ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk û hevalbendên wê bi planên qirêj hewl didin îrade û destketiyên gel tune bikin.
Tirkiye van planan bi hevkariya PDK’ê û hin kesên li nava hikumet û artêşa Iraqê dimeşîne.
Dezgeha Îstîxbaratê ya PDK’ê û MÎT a Tirk beriya êrişê li Hewlêrê li hev rûniştin.
Û li ser Şengalê pilanên nû nîqaş kirin.”
MXDŞ: Têkoşîna me wê heta şengaleke azad dewam bike
MXDŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de got:
“Piştî êrişê çend kesên kirêgirtî hewl dan provokasyonê bikin û civaka me li ber hev rake.
Ev kesayetên bi ser PDK’ê ve ne, êrişa li ser sivîlan berevajî kirin û hewl dan rê li ber êrişên nû vekin.
Ev provokasyon bi saya hewldanên Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê bi ser neketin.”
MXDŞ’ê civak ji van hewldanan hişyar kir û bang li gel kir ku rê nedin van lîstikên li ser civakê.
Meclisê piştrast jî kir ku berxwedan û têkoşîna wan wê heta Şengaleke xweser û azad û heta serketinê dewam bike.
Û dawiyê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hêviya silametiyê ji birîndaran re kir.