Ciwanên Rojava bi destê endamê ENKS’ê dibin sîxurên MÎT’a Tirk

Li dijî herêmê êdî torên DAIŞ; MIT’a Tirk û ENKS bi hevre kar dikin û sûcan pêk tînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke din a sîxuran girt û li kirinên xwe mikurhatin.
Di mikurhatinên sîxuran de planên êrişên hevpar û komkujiyan ên MÎT, ENKS û DAIŞ’ê derketin holê.

Êdî torên ENKS, MÎT’a Tirk û DAIŞ’ê bi hevre, li dijî destkeftiyên herêmê û ewlehiya wê, tevdigerin.

Beriya demekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê sîxurên bi navê Izedîn Ehmed Omer, Remadan El-Hisen û Mecîd Naîm El-Hesen girtin.

Derket holê ku gelek sîxurên li herêmê tên bikaranîn, endamên PDK-ENKS’ê ne.

Îzedin Ehmed Omer (Hozan) ku ketiye tora MÎT-ENKS’ê de, ji gundê Şêran ê Kobanê ye.

Ew li xwe mikur hat ku bi rêya endamê ENKS’ê Mihemed Ebdo Esaf ku kurxalê wî ye, ji bo pereyan dibe sîxur.

Sîxur Ehmed Omer 2 ajokarên bi navê Remadan El-Hisen û Mecîd Naîm El-Hesen jî bi xwe re dixe sîxur.

Ev her du jî wiha behsa pêvajoya sîxuriya xwe dikin.

  • Navê min Remadan El-Hisen e.
  • Ez ji Dêrazorê me.
  • Dema min ajokarî li gel Hozan dikir, hozan ji min re got ez bi MIT’a Tirk re kar dikim.
  • Navê min Mecîd Naîm El-Hesen e.
  • Ev ji Bûkemal im.
  • Rêveberiyeke nû hat focê navê wî Hozan bû.
  • Wî foc bi rê ve dibir û piştre ez weke ajokar li gel xwe girtim û kirim sîxur.

Sûxur Izedîn Ehmed weke peywira destpêkê erebeyaleşkerî bi hevkariya sîxûrekî bi navê Meyrud diteqîne û dibe sedema şahadeta şervanekî QSD’ê.

‘ENKS, MIT û DAIŞ li dijî QSD’ê bi hev re kar dikin’

Sîxur Remadan El-Hisen jî derbarê hevkariya ENSK; MIT’a Tirk û DAIŞ’ê de vê dibêje:

  • Hozan ji bo teqînê erebe rêkir Sûwêdayê.
  • Û li Dêrazorê agahî da DAIŞ’ê û got me erebeyek toyota rêkir ji bo hûn biteqînin.
  • Ji aliyê DAIŞ’ê ve ew erebe hat teqandin.

Sîxur Izedîn bi vê re jî sînordar namîne, çekên QSD’ê jî didize û dide çeteyan.

Her wiha heşîşê dixe bin serê leşkeran da ku wan tasfiye bike û karê bêexlaqî dike.

Sîxur Izedîn piştî demekê ferza wî li xeta Eyn Îsayê çêdibe li wir jî têkiliyê bi MIT’ê re didomîne.

Endamê ENKS’ê Mihemed Ebdo Esaf vê carê ji sîxur Omer dixwaze komkujiyeke mezin li Kobanê pêk bîne.

Di dema amadekariyê de, sîxûr Omer bi koma xwe ve tê girtin.

Back to top button