KCK: Êrişên hemwext ên li dijî Dêrazor û Kerkûkê ne tesadûf e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên hemwext ên li dijî dêrazor û Kerkûkê de daxuyanî da û got:
”Ev êriş netesadû e, yeksek bidestê Hakan Fîdan hate rêxistin kirin û dewleta Tirk ku hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê mafê serweriyê yê herdu welatan binpê kiriye, dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser bûyerên li Kerkûk û Dêrazorê diqewimin daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir ku êrişên hemwext ên li dijî Dêrazor û Kerkûkê netesadûf e û got:

“Eşkereye ku ev êriş bi ne tesadûf e yek ser têkiliya xwe bi serdan Hakan Fîdan ya Iraqê re eleqedar e.

KCK: Tirkiyê dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyê mayînde bike

Hakan Fîdan îdîa kir ku şerê li Kerkûkê yê ku 4 kes mirin, ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin.

Erdogan jî dema ji Rûsyayê vedigeriya li ser şer û rageşiya li Dêrazorê got, ku di dema xwe de gaveke gelekî baş û di cih de ye.

Bi vî rengî piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên dest bi vî şerî kirin, nîşan da.

Dewleta Tirk ku hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê mafên serweriyê yên herdu welatan binpê dike û dixwaze dagirkeriya xwe van welatan mahînde bike.”

”Di mijara Kerkûkê de eniya Tirkmen û PDK ji bo MÎT’ê dixebitin”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku eniya Tirkmen û PDK ji MÎT’ê re dixebitin û ev tişt anî ziman:

Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û Ermen bi sedan sal in bi hev re dimînin.

Lê Tirkiyê dixwaze vê bajarê mozaîka gelan weke bajarê Tirkmenan têxe bin dagirkeriya xwe.

Taybet dewleta Tirk bi rêka karanîna PDK’ê ve dixwaze zextê li Bexdayê bike da ku bighîje armancên xwe.”

KCK: Divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê li Iraq û Başûrê Kurdistanê bê anîn

KCK diyar kir ku ji bo aramî li kerkûkê bê divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê ya başûrê Kurdistan bê anîn û ev bang kir:

“Yekane karê ku dilxwazên aştî, aramiyê yên li Kerkûkê divê bike ew e ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê rabin.

Divê 90 qereqolên Tirk ên li ser xaka Iraqê bêne avêtin.

Tirkiyeyê Hewlêr ji xwe re kiriye bexçeyê paş, û divê xelkên başûr di serî de li dijî vê polîtîka PDK’ê rabin.

Piştî ku dawî li dagirkeriya dîktatoriya Erdogan û dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê hate anîn û ji Kerkûkê hate dûrxistin, hingî li Iraq, Kerkûk, Sûriye, her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn wê aramî pêk were.”

Back to top button